Biden hişiyarî da ku divê NY ji bo Sûriyê bikeve tevgerê

Birêveberiya Jeo Biden hişiyarî da ku divê Konseya Ewlekariya Navdewletî ji bo aloziya Sûriye û gelek welatên din bikeve tevgerê.

Duh derengê şevê, Şandera Amerîkî ya li NY daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand ku Serokê Amerîkayê Jeo Biden nûnerên mayînde yên li Konseya Ewlekariya Navdewletî vexwendibûn.

Li gorî daxuyaniyê, Jeo Biden hişiyarî da ku divê Konseya Ewlekariyê ji bo aloziyên cîhanê di nav de, aloziya Sûrî, Lîbya, Yemen, Miyanmar û Etyopyayê dest bi xebatê bike.

Back to top button