Tifaqa Kurdistanî: Divê gel û hêzên demokrasiyê li HDP’ê xwedî derkevin

Partî û Tevgerên Tifaqa Kurdistanî vekirina doza girtina HDP’ê bi tundî şermezar kirin û diyar kirin Divê li gorî pîvan û peymanên navnetewî pirsgirêka kurd were çareserkirin.
Her wiha Tifaqa Kurdistanî bang li gel û hêzên demokrasiyê kir ku xwedî li HDP’ê derkevin û bi awayekî xurt tevlî pîrozbahiya Newroza 2021’an bibin.”

Komxebata Tifaqa Kurdistanî bi beşdariya nûnerên pêkhateyan xwe têkildarî biryara vekirina doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Amedê daxuyanî da çapemeniyê.

Daxuyanî bi zimanên Kurdî û Tirkî hate dayîn.

Daxuyaniya bi zimanê Kurdî ji aliyê Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistan Sînan Çîftyurek ve hat xwendin.

Çîftyurek diyar kir sedema serlêdana doza girtinê ne sedemek hiquqî ye, sedemek siyasî ye û got, “Ji ber ku ev pêngava bi talimatên siyasî û li ser gef û israrên Tifaqa Komarî hatiye avêtin, derbeyek li hember demokrasî û serdestiya hiqûqê ye.”

Çîftyurek destnîşan kir ku xistina parlamenteriya Omer Farûk Gergerlîoglû û vekirina doza girtina HDP’ê ne tesadufî ne û wiha axivî:

“Li hember partiyek ku temsîlîyeta 6 milyonan zêdetir kesan dike doza girtinê vekirin binpêkirina hiqûqê ye. Ji salên 90’î heta niha hikûmetên Tirk li hember gelê me yê bi biryarî di qada siyasî de têdikoşe, şerekî ku hiqûqê bin pê dike dimeşînin.”

Çîftyurek da zanîn ji ber ku ew ji bo çareseriyek siyasî, demokratîk û aştiyane bi biryarin ji lewre desthilat hewl dide ku bi tedbîrên derveyî hiqûqê û qedexe kirinan wan bêdeng bikin.

Çîftyurek anî ziman ku ev israra desthilatê wê encamê negire û wiha dewam kir,

“Çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî, demokratîk û aştiyan e pêkan e. Divê li gorî pîvan û peymanên navnetewî pirsgirêka kurd were çareserkirin.”

Sînan Çîftyurek di dawiyê de doza girtinê ya li dijî HDP’ê şermezar kir û bang li gelê Kurd, hêzên demokrasiyê û muxalefetê kir ku xwedî li HDP’ê derkevin û bi awayekî xurt tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin.

Derveyî PDK’ê bi dehan partiyên Başûr piştgiriya xwe ji bo HDP’ê ragihandin

Ne tenê bakûrê Kurdistanê li başûrê Kurdistanê jî bi dehan kesayet, rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê serdana Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê ya li Hewlêrê kirin û li dijî zextên li ser HDP’ê piştgirî danê.

Back to top button