Di çalakiyên bi salvegera dagirkirina Efrînê de 5 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê di salvegera 3. a dagirkirina Efrînê de rêzeçalakî li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk anîn. Di çalakiyan de 2 leşkerên Tirk û 3 çete hatin kuştin û gelek dagirker jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efîrnê (HRE) bi boneya salvegera 3’yemîn li hemberî dagirkerên li Efrînê rêzeçalakî li dar xistin.

Hêzên Rizgariya Efîrnê têkildarî rêzeçalakiyên dijî dagirkeriyê ev agahî parve kirin:

14`ê adarê, li taxa Eşrefiyê a bajarê Efrinê li hemberî koma çeteyên dagirker a bi navê Sultan Murad çalakiyek hat lidarxistin, di encamê de erebeyek hat teqandin.

16`ê adarê, li Efrînê li hemberî çepereke çeteyan çalakiyek hat lidarxistin.

Di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin û hejmareke din birîndar bû, lê hejmar nehat teqezkirin.

Di heman rojê de, li bajarê Efrînê li ser rêya Cindirêsê li hemberî benda kontrolê ya çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin.

Di encamê de 2 çete hatin kuştin, 5 çete jî brîndar bûn û erebeyeke çeteyan jî hat teqandin.

17`ê adarê, li taxa Mahmûdiyê a bajarê Efrînê li hemberî çeteyên dagirker çalakiyek sabotajê hat lidarxistin û 2 çete birîndar bûn.

18`ê adarê jî li herêma Efrînê li hemberî baregehek artêşa dagirker çalakiyek pêk hat û 2 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Her wiha Hêzên Rizgariya Efîrnê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku 17`ê Adarê navbera dagirkeran û hêzên wan de şerekî dijwar qewimî.

Rûken Zerdeşt ji bo dîl neyê girtin bombe bi xwe ve teqand û şehîd bû

Di vê şerî de 2 şervan dîl hatin girtin, şervana bi navê Rûken Zerdeşt jî di şer de birîndar bû û ji bo ku dîl nekeve destê dijmin bombeya xwe di xwe de teqand û şehîd bû.

Hêzên Rizgariya Efîrnê sersaxî ji malbata şehîd Rûken Zerdeşt re xwest û bi boneya soza azadiyê ku wan daye gelê xwe û şehîdên xwe dubare kir.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Gulîstan Zuheyr Îbrahîm bi nasnav Rûken Zerdeşt li navçeya Şêrawa ya Efrînê jidayîk bûye û di 17’ê adara 2021’an de li Efrînê şehîd bû.

Back to top button