Saziyên Mafên Mirovan yên li Tirkiyê piştgîrî dan HDP’ê

Parastvanên mafên mirovan, derbarê xistina parlamenteriya Parlamentera HDP’ê Omer Gergerlîoglû de ev tişt gotin: “Li dijî kesên ku dixwazin civakê mehkûmî derew û tarîtiyê bikin em li cem Gergerlîoglû ne.”

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), derbarê xistina parlamenteriya Parlamentera HDP’ê Omer Gergerlîoglû û binçavkirinan de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ku ew weke parasvanên mafê mirovan li dijî pêkanînê derqanûnî wê bêdeng nemînin.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bang li hemû alîgirên demokrasiyê kirin ku li dijî neheqiyê piştevaniya HDP’ê bikin.

Herwiha rêxistian HDP’ê ya bajarê Idirê, Riha û Atalyayê jî bi daxuyaniyên cûda êrîşên li ser partiyan xwe şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, kesên ku ji HDP’ê re dibêjin terorîst ew bi xwe terorîst in, HDP vîna mîlyoana e, HDP gel e.

Di dawiya daxuyaniyê de binçavkirina Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan jî hat şermezarkirin û hat xwestin ku bê berdan.

Back to top button