Li Til Hemîsê şervanê QSD’ê Samî El-Hûşî hat oxirkirin

Li navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo cenazeyê şervanê QSD’ê Samî El-Hûşî bi nasnav “Baran Qamişlo” bi merasîmekê hat oxirkirin.

Şêniyên navçeya Til Hemîs cenazeya şehîd Samî El-Hûşî ku di 17’ê adarê de şehîd bûbû, ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li taxa Enteriyê ya Qamişloyê wergirt û bi karwanekî erebeyan birin goristana şehîdan a Til Hemîsê.

Li goristanê merasîm hat lidarxistin.

Ji fermandarên QSD’ê Hecî Til Koçer û li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn.

Piştî nasnemaye şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Cenazeyê şehîd Samî El-Hûşî bi tililî û dirûşmeyan hate oxirkirin.

Back to top button