Husiyên Yemenê: Me li dijî şirketa petrolê ya Siûdî bi 6 dronan êrîşek pêk anî

Husiyên li Yemenê ku piştevaniya xwe ji Îranê digirin ragihand ku wan li dijî şirketa petrola Erebîstana Siûdî êrîşek bi dronan pêk aniye.

Berdevkê artêşa Husiyan Yehya Serî têkildarî êrîşê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşand.

Yehya Serî diyar kir ku wan şirketa Aramco ya Erebîstana Siûdî ku li patyet Riyadê ye bi 6 dronan kirine armanc.

Serî ev êrîş weke bersiva êrîşa hêzên koalîsyona Erebî û dorpêça li ser Yemenê nîşan da.

Heta niha ne Siûdî ne jî hêzên koalîsyonê li ser êrîşê ti daxuyaniyek nedane.

Di nava demên dawiyê de, hêzên Husî li dijî herêmên başûrê Siûdî êrîşên xwe yên bi dron û mûşekan zêde kirine.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Husiyên li Yemenê ku piştevaniya xwe ji Îranê digrin, ji Îlona 2014’an û heta niha paytext Sana û hinek herêmên din kontrol dikin.

Hêzên Koalîsyona bi pêşengtiya Siûdiyê jî ji Adara 2015’an ve li dijî Husiyan dest bi êrîşan kir û piştevaniya hikumeta Yemenê dikin.

Ji ber şerê li welat pêwistiya 16 milyon kesî bi alîkariyê heye.

Back to top button