Kremlîn: Em ya herî baş dixwazin lê xwe ji ya herî nebaş re jî amade dikin

Berdevkê Kremlînê Dmitri Peskov piştî gotinên dijber yên navbera serokê DYA û Rûsya de got, Em ya herî baş dixwazin, lê xwe ji ya herî nebaş re amade dikin.

Dmitriy Peskov li ser gotinên dijber yên Joe Biden û Vladimir Putin axivî û diyar kir ku bi van gotinan re cihan careke din dikeve nava bendewariya Şerekî Sar.

Peskov anî ziman ku ew hertim ya herî baş dixwazin lê xwe ji rewşa nebaşre jî amade dikin.

Berdevkê Kremlinê bi domdarî ev tişt anî ziman:

Ger pêwistî bi qalkirina Rûsya were kirin, Serokê dewletê Putîn li hemberî her tiştî dixwaze peywendiya navbera herdu welatan dewam bike.

Ji ber ev ji herdu welatan zêdetir di berjewendiya cihanê de ye.

Lê me ne dikarî gotinên birêz Biden ji nebihistive werin.

Dmitri Peskov anî ziman ku heta niha rêvberiya Biden bersiva daxwaza hevdîtina vîdeo konferans ya Putin nedane.

Hevdîtina mijara qala wê tê kirn, wê hewil bidin bi rêya dîplomasiya di asta jor de amadekirin.

Her wiha Peskov dazanîn ku dibe ev hevdîtin di 22’ê Adarê de pêk were.

Back to top button