Di navbera rêvberiya nû ya DYA û Çînê de yekemîn civîna di asta bilind de pêk hat

Di navbera rêvberiya nû ya DYA û Çînê de yekemîn civîna di asta bilind de pêk hat.
Di civîna ku li Alaskayê hate lidarxistin de aliyan hev bi tundî tewanbar kir.
Berpirsên Çînê Amerîka bi ‘êrîşkirina li dijî Çînê û sorikirinê tewanbar kir.
Şandeya DYA jî li ser rewşa Hong Kong, Tayvan û mijarên din fikarên xwe anî ziman.

Du hêzên herî sereke yên cîhanê li hev civiyan.

Li bajarê Anchorage yê eyaleta Alaska hevdîtina navbera Şandeya DYA û Çînê de pêk hat.

Di şandeya DYA de Wezîrê Karê Derve Antony Blinken û Şêwirmendê Ewlekariya Netewî Jake Sullivan hebû.

Ji Çînê jî Berpirsê polîtîkayên derve yê asta jor Yang Jiechi û Wezîrê Karê Derve Wang Yi amade bûn.

Blinken ji ber mijara Şîncan, Hong Kong, Tayvan, êrîşên Sîber û zextên li ser hevalbendên Waşîngtonê fikarên xwe anî ziman û ev yek bi gefxwarinê binav kir.

Ji şandeya Çînê Yang jî got,

Waşîngton bikaranîna hêza leşkerî û aborî zextê li welatên din dike.

DYA hinek welatan ji bo êrîşî li dijî Çînê sor dike.

Yang anî ziman ku li DYA mafê mirovan li binî ketiye.

Yang ev yek hîn girantir kir û komkujiya Afro-Amerîkiyan bi bîra şandeya Amerîkayê anî.

Sullivan jî bi van gotinan bersiva Yang da:

Em herdem ji bo gelê xwe û dostên xwe, wê girêdayî rêgezên xwe bimênin.

Nîqaşa ku li ber çavê cîhanê bi awayekî zindî pêk hatî, saetek domand.

Yek ji rêveberên di asta jor ya DYA yê de jî got,

Şandeya Çînê ji bo xwe nîşan bide hatiye.

Ji naverokê zêdetir, di xwaze li pêş raya giştî xwe nişan bidin.

Back to top button