QSD: Di çarçoveya parastina rewa de hêzên me 16 çete kuştin

Hêzên Sûriya demokratîk QSD”ê bi daxuyaniyekê encama şerê çend rojên dawî li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyan aşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD diyar kir ku roja 19ê Adarê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser Eyn Îsa û rêya M4 zêde kirin û wiha daxuyanî dewam kir;

Çeteyên dagirker êrîşî gundên Seida û Mealîk kirin.

Di seet 11:00an de di encama bersivdayina şervanên me de pevçûn qewimî.

Di vê pevçûnê de 3 çete hatin kuştin.

Di seetên piştî nîvro de seyareyek zirxî hat rûxandin û 13 çete hatin kuştin.

Di wan pevçûnan de bi giştî 16 çete hatin kuştin.

Çeteyên dagirker gelek gundên derdora Eyn Îsa topbaran kirin.

Di wan topbaranan de gelek sîvîl brîndar bûn û zarokek jiyana xwe ji dest da.

Herwiha 2 şervanên me şehîd ketin û şervanek me jî brîndar bû. Nasnameya şehîdên me dê pişt re bi raya giştî re were parvekirin.

Topbarana li ser herêmê hîn jî berdewam dike.

Herwiha cih bi cih pevçûn diqewimin.

Back to top button