Dewleta Tirk operasyonên xwe yên qirkirina siyasî bê serûber pêk tîne û herî dawî li Mêrsînê, 14 kes di vê çarçoveyê de binçav kirin.
Duh di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de, polîsên dewleta Tirk Li navçeyên Akdenîz, Toroslar, Yenîşehîr, Tarsûs û Sîlîfkeyê avêt ser gelek malan û di encama sergirtinan de, 14 kes hatin binçavkirin.
Ev kes ji bo Fermandariya polîsa Mêrsînê hatin şandin.
Duh jî binçavkirina zêdeyî 15 endamên HDP û IHD hat ragihandin.