Tirkiye careke din mafê jinê çewisand û ji peymana Stenbolê vekişiya

Tirkiye bi biryarnameya Serokkomariyê îmzeya Peymana Stenbolê ya ku ji bo jinan pir girîng bû, betal kir û îmzeya xwe bi paş ve kişand.

Li ser navê Komara Tirkiyê, 2011’an peymana Stenbolê hatibû îmzekirin û bi biryara Wezîran ev yek 2012’an hatibû erêkirin.

Di biryarnameya Serokkomariyê de, îmzeya Serokê AKP’ê û Serokkomar Tayyip Erdogan heye.

Hat diyarkirin ku li gorî xala 3. a hejmara 9’an a Serokkomariyê, biryar hatiye dayîn ku îmze bi paş ve were kişandin.

Ev Peymana Stenbolê ku Tirkiye îmze kiribû, li ser wekheviya zayendiya civakî hatibû avakirin.

Armanca peymanê ew bû ku di navbera jin û mêr de wekheviyê ava bike û rê li pêş tundiya li ser jinê bigire.

Back to top button