Rêveberiya Xweser, Kordînasyona Kongra Star û KNK’ê bi peyamên cuda berxwedan û azadiyê “Newroz” pîroz kir û diyar kir ku ew ê di rêya şehîdên azadiyê dewam bikin û destnîşan kir ku bila Newroza 2021, bibe çeperê yêkîtî, tifaqa navxweyî û rizgarkirina herêmên dagirkirî.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kordînasyona Kongra Star û Konseya Rêveber a KNK’ê bi peyamên cuda “Newroz” pîroz kir.
Rêveberiya Xweser dibêje:
Em Newrozê li tevahiya gelê me û bi taybet koçberên Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî pîroz dikin.
Soz didin wan ku bi rihê Newrozê û felsefeya berxwedanê, em ê herêmên dagirkirî ji dijmin û çeteyan rizgar bikin û em ê li wan herêman carek din meşaleya Newrozê bilind bikin.
Kongra Star: Newroz li Rêber Apo û hemû gel û şehîdan pîroz be
Kordînasyona Kongra Star jî di peyama xwe de ev anî ziman:
Em Cejna dawîanîna li zulm û dîktatoroyê Newroz li Rêber Abdullah Ocalan, gel û li malbatên şehîdan pîroz dikin.
Em banga berdewamkirina têkoşînê li hember faşîsta AKP-MHP’ê dikin û dibêjên ku Newroza 2021’an bi vîna jina azad wê bibe Newroza rigarkirina herêmên dagirkirî.
KNK: Bila Newroza 2021 bibe sala serkeftin û yekîtiya navxweyî
Konseya Rêveber a KNK’ê jî, diyar kir:
Kurdan, Newroz di têkoşîna xwe ya her alî, li gund, bajar, zindan û li her cih û warê jiyanê de, kir çeperê têkoşîna rizgarî û azadiyê.
Bi vê bîr û baweriyê, Newroza hemû Kurd û Kurdistaniyan, bi dilgermiya neteweyî û niştimanî pîroz dikin.
Bila Newroza 2021, bibe çeperê yêkîtî, tifaqa navxweyî û serketinên mezintir.
PYD: Em ê bi rihê Kawayê Hesinkar dagirkeran têk bibin
Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD’ê bi peyamekê Newroz li gelê Kurdistanê, gelên herêmê, malbatên şehîdan û tevahî mirovahiyê pîroz kir.
PYD’ê got,
“Çawa Kawayê Hesinkar zilma Dehaq têk bir. Emê jî bi rihê Kawayê hesinkar dagirkeran têk bibin û sala 2021 têxin sala rizgariya Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.”