Li Mûsilê 2 DAIŞ’î hatin girtin

Li Mûsilê, 2 çeteyên DAIŞ’ê di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de, ketin destê hêzên artêşa welat.

Ajansa Istixbarata Leşkerî ya Iraqî roja Inê, operasyoneke Istixbaratî li dijî şaneyên DAIŞ’ê yên veşartî li parêzgeha Mûsilê ragihand.

Li gorî ajansê, ev operasyon li navçeya El-Qewsiyat çêbû û tê de, 2 DAIŞ’î hatin girtin.

Pêncşema borî jî, li Bexda û Enbarê, 5 çeteyên DAIŞ’ê hatibûn girtin.

Back to top button