Idlibê…Bendeke ewlehiya çeteyan bû armanc û jimarek birîndar çêbû

Li bakurê Idlibê, di encama armanckirina benda ewlehiyê ya çeteyan de, gelek ji wan birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku banda ewlehiyê ya çeteyan a li bakurê Idilbê, bi topa RPG’ê hate armanckirin, di encamê de gelek çete birîndar bûn.

Li gorî çavdêriyê, li heman cihê teqînê, dengê fîşankan jî hat bihîstin.

Berî çend rojan jî, li gundê Beksereya ya gundewarê rojavayê Idlibê, bombeyek bi erebeyekê de teqiyabû û li wir kesek hat kuştin û yek birîndar bû.

Back to top button