RADESTKIRINA 5 ZAROKÊN FRANSÎ BI DAXUYANIYEKÊ HAT EŞKEREKIRIN

Bi hezaran çeteyên DAIŞ”ê û malbatên wan ên biyanî li Bakur û Rojhilatê Sûrî girtî ne.
Lê belê gelek ji van welatan xwedî li welatiyên xwe dernakevin û beşek ji wan zarokan dibin.
Herî dawî Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyek çapmeniyê ragihand ku, wan 5 zarokên Fransî radestî welatê wan kiriye.

 

Buroya karên derev ya Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, di pêngavên QSD’ê de hejmareke mezin a çeteyan bi saxî hatine girtin.

Lê belê piraniya welatan xwedî li wan dernakevin û dadgeh nakin.

Rêveberiyê da zanîn ku, piştî hevdîtinan herî dawî wan 5 zarokên Fransî radestî Wezareta Karê Derve ya Fransa kirine.

Têkildarî helwest û danûstandinên bi welatan re jî Rêvebriyê wiha got,

Têkiliyên me ji bo radestkrina çeteyan ji welatên wan re didomin.

Lê heta niha bersivek ji me re nehatiye, hêviya me ew e ku welatiyên xwe qebûl bikin.

Leave a Reply

Back to top button