Foza Yûsif: Rêber Apo xeta sor e, kes nikare bi nirxê me yê neteweyî bilîze

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif teqez kir ku, Rêber APO ji bo gelê Kurd xeta sor e, lewra kes nikare bi nirxê wan ê neteweyî bilîze. Foza diyar kir ku eger rewş wiha berdewam bike, wê rê li pêşiya pêvajoyeke giran li Tirkiyê vebe û encam kambax bin.

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif îdiayên derbarê jiyan Rêber Abdullah Ocalan de weke metirsî û gefeke mezin li ser gelê Kurd bi nav kir û destnîşan kir ku tenduristî û azadiya Rêber APO ji bo gelê Kurd xeta sor e û divê ti kes şaştî û siyasetê neke.

Foza Yûsif diyar kir ku eger rewş wiha dewam bike, wê rê li pêşiya pêvajoyeke giran li Tirkiyê vebe û encamên gelekî giran bi xwe re bîne.

Foza, têkildarî daxuyaniya dozgeriya Bursayê anî ziman ku ev daxuyanî têrê nake, ji bo gel iqna’ bibe, divê yekser hevdîtin bên kirin.

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê bang li CPT û saziyên navneteweyî kir ku têkevin tevgerê û dest li rewşê werdin.

Foza Yûsif: Ev Newroza îsal wê bibe ya azadiya Rêber Apo

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê bi boneya Newrozê jî diyar kir ku wê Newroza îsal bi hevkariya gelan û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan buhareke nû biafirîne.

Foza Yûsif teqez kir, ew xwe berpirsyar dibînin ku ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn bikin û di wê baweriyê de ne ku Newroza 2021an wê bibe Newroza azadiya Rêber Apo.

Back to top button