“Tirkiye ferman daye çeteyan xwe ji vekişandinê re amade bikin”

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirofan eşkere kir, ku dewleta Tirk ferman daye çeteyên xwe yên li Lîbyayê, xwe ji vegera li Sûriyê re amade bikin.
Di çarçoveya çareserkirina aloziya Lîbî de jî, şandeyeke Misirî ya payebilind, serdana Terablusê dike.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, ragihand, ku dewleta Tirk ferman daye çeteyên xwe yên li Lîbyayê, xwe ji vegera li Sûriyê re amade bikin.

Berdevkê hikumeta nû ya Lîbyayê jî ji rojnameya Şerq el-Ewset re diyar kir ku 50 rûpelên Facebook bi navê wan diaxivin û agahiyan li ser zimanê wan bi par ve dikin û vê dawiyê daxuyaniyek bêbingeh hatibû weşandin.

Berdevkê hikumetê ev daxuyanî red kir û got wan ti tişt der barê çarenûsa çeteyên li Lîbyayê de bi par ve nekiriye.

Ji aliyê xwe ve, hevserokatiya Grûpa Karê Siyasî ya girêdayî Komîteya navdewletî ya şopandina rewşa Lîbî, bi daxuyaniyekê teqez kir ku divê demlidest hemû hêzên biyanî û çete ji xaka Lîbyayê derkevin.

Li gorî bîlançoeyên Çavdêriyê, 9 hezar çeteyên Sûrî yên ji aliyê MÎTa Tirk ve hatine perwerdekirin vegeriyane Sûriyê.

Şandeyeke Misirî ya payebilind, serdana Terablusê dike

Li aliyekî din û li gorî çavkanîne Lîbî û Misirî, şandeyeke Misirî ya payebilind plan dike di demeke nêz de serdana Terablusê bike.

Çavkaniyan her wiha destnîşan kir, ku hîna zû ye axaftin derbarê vekirina balyozxaneya Misirê li Terablusê, ku ji 2014’an ve girtî ye, bên kirin.

Di dema dawî de, 2 şandeyên Misirî serdana Terablusê kir, her wiha Qahîrayê, berya avakirina hikumeta Lîbî, pêşwazîya Debîba kiribû û teqezî li ser destekdayîna vê hikumetê kiribû.

Back to top button