Faris Herbo: Şerekî ku li Şengalê derkeve wê nekeve xizmeta Iraqê

Berpirsê Têkliyên Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo derbarê rewşa Şengalê de diyar kir Iraq naxwaze pirsgirêka Şengalê bi danûstandinan çareser bike ji lewra jî gefa êrîşan dixwe. Herbo got, “Em naxwazin li Şengalê alozî derkeve. Bi êrîşan pirsgirêk çareser nabe. Eger Şerek çêbibe wê nekeve xizmeta Iraqê û herêmê.”

Berpirsê Têkliyên Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo li ser rewşa Şengalê ji ANF’ê re axivî.

Herbo bal kişande li ser peymana dagirkirina Şengalê a di navbera PDK’ê û Hikumeta Iraqê de, diyar kir beriya peyman were îmzekirin gelê Şengalê di nava ewlehîyê de dijiya û wiha got,

“Gelê me pêl bi pêl berê xwe didan ser axa xwe û Şengalê ji nû ve ava dikirin. Rewşa Şengalê baş bû lê mixabin piştî îmzekirina Peymanê roj bi roj rewşa Şengalê ber bi xirabûnê ve diçe. Ev peyman ji aliyê civaka Êzidî de nehatiye qebûlkirin.”

Herbo da zanîn ev peyman ne ji bo başkirina rewşa Şengalê ye û got,

“Pêwîstiya Şengalê bi tu peymanan nîne. Ev plana ku niha dixwazin pêk bînin sala 2014’an bi navekî din û hin welatên din dixwestin pêk bînin. Me bi aliyên hin welatan re hevdîtin kirin û daxwaz û projeya çareseriyê pêşkêş kir. Tevhiya aliyên ku me bi wan re hevdtin pêk anîne ne bi vê peymanê re bûn.”

Herbo diyar kir ku divê çareserkirina piskirêkan li Şengalê bi siyas û diyalogê bê çareserkiri û da zanîn ev pirsgirêk bi êrîşan nayên çareserkirin.

Herbo da zanîn wan gelek hevdîtin pêkanîn û hin berpirsan jî gefa êrîşê kirin û got,

“Destkeftiyên gelê tune bê hesibandin, zehmete ku pisgirêk bêne çareserkirin. Me daxwaz û projeyên xwe pêşkêşî rayedarên leşkerî yên Iraqê kirin. Lê eşkere bû ku ew naxwazin bi danûstandinê pirsgirêk bê çareser kirin. Ev plan û zextên li ser Şengalê wê ji aliyê gelê me ve neyên qebûlkirin.”

Herbo di dawiyê de diyar kir ku ew naxwazin li Şengalê şer û alozî derkeve ew dixwazin pirsgirêk bê diyalogê bê çareser kirin. Herbo anî ziman ku ger şerek derkeve wê zirarê bide Iraqê û tevahiya herêmê.

Berpirsê Têkliyên Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo ji saziyên navnetewî, gelê Kurd û dostên civaka Êzidî jî xwest li hember êrîşên li ser Şengalê bê deng nemînin.

Back to top button