Carles Puigdemont: Dewleta Tirk bi tecrîdê sûcê mirovahiyê dike

Serokê berê yê herêma Katalonyayê Carles Puigdemont kir tecrîda li ser Rêber Apo sûcekî mirovahiyê û da zanîn hin welatên Rojavayî jî dibin hevparê vî sûcî.

Carles Puigdemont derbarê tecrîda li ser Rêber Apo û rewşa Rojava de ji ANHA’yê re axivî.

Puigdemont diyar kir ku Şoreşa Rojava ji bo gelê Katalonyayê cihê hêz û moralê ye û anî ziman ku, Pergala konfedralîzma Demokratîk li Rojava bi ser ket.

Puigdemont tecrîda li ser Rêber Ocalan jî nirxand û diyar kir dewleta Tirk sûcên mirovahiyê pêk tîne lê li hember wê ti tedbîrek nayê girtin û got,

“Ev yek jî hevkariya hin welatên Ewropayê a bi dewleta Tirk re nîşan dide. Vê dawiyê de rewşenbîr, siyasetmedar û rêxistinên mafên mirovan li tevahiya cîhanê ji bo azadiya Abdullah Ocalan pêngav dan destpkirin. Ev nîşaneya hêviyê ye. Birêz Ocalan di nava rewşeke dijwar de dijî.”

Puigdemont diyar kir ew ji nûve şîroveyên Rêber Ocalan yên li ser sosyalîzm, kapîtalîzm, dîrok û azadiya Jin girîng dibîne.

Back to top button