Gerîlayên HPG/YJA Starê li Çiyayên Kurdistanê Newrozê pîroz dikin.
Gerîlayan li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmeke leşkerî û bi govendan Newroz pîroz kirin.
Dema merasîma leşkerî ji fermandarên Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Heqî Armanc axivî, bal kişande ser girîngî û wateya Newrozê.
Armanc diyar kir sala 2021’an wê faşîzmê hilweşînin, Rêber Apo, gelê Kurd û Kurdistanê azad bikin û serkeftin ji bo hemû gerîlayan xwest.
Piştî merasîmê gerîlayan li dora agirê Newrozê govend gerandin.