Li Kobanê çalakiyan konvedanê ya ji bo eşkerekirina rewşa Rêber Apo di roja 4. de ye

Çalakiya konvedanê li Kobanê a ji bo eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan, di roja 4’emîn de didome.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê bi dirûşma “Dem dema azadiya rêber Apo ye, teqez em ê bi ser bikevin” li Qada Şehîd Egîd çalakiya konvedanê bi rêxistin kir.

Îro bi dehan şênî, endamên meclisa navçe û Şaredariya Sirînê nobet girtin.

Li cihê çalakiyê, endamê Meclisa Navçeya Sirîn Hecî Mihemed axivî û diyar kir ku ew li wir li dijî dewleta Tirk a dagirker kom bûne û teqez kir ku heta dawiyê ewê ber xwe bidin.

Çalakiya konvedanê dê sibê (21`ê Adarê) raweste û di 22`yê Adarê de ji nû ve dest pê bike.

Ciwan bi israrin ku heta girtina agahiyan li ser rewşa rêber Abdullah Ocalan, çalakiyên xwe dewam bikin.

Back to top button