QSD’ê bi peyamekê Newroz pîroz kir

Fermandariya Giştî ya QSD`ê bi peyamekê Newroz pîroz kir û diyar kir, Agirê azadiyê Newrozê, ji gelên Rojhilata Navîn û cîhanê re hatiye diyarîkirin.
QSD’ê bi boneya salvegera têkbirina DAIŞ’ê jî diyar kir ku DAIŞ hewl dide bi piştgiriya dewleta Tirk xwe komî ser hev bike.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi boneya cejna Newrozê peyamek weşand û Newroz pîroz kir.

QSD’ê diyar kir agirê azadiyê ku 21`ê Adarê bi cejna Newrozê dest pê kiriye û di serî de ji bo gelên Rojhilata Navîn li hemû gelên cîhanê hatiye diyarîkirin û got,

“Bi têkbirina DAIŞ`ê re nirxekî din yê bêhempa ji dîrokê re hat hiştin. Di 23`yê Adara 2019`an de jî DAIŞ ku bûbû belaya serê cîhanê, ji aliyê erdnîgarî de hat tunekirin.”

QSD: DAIŞ bi alîkariya dewleta Tirk hewl dide careke din xwe xurt bike

QSD’ê da zanîn ji Kobanê heta Baxozê di encama şerê ku hate kirin de bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê hatine girtin û malbatên wan jî li kampan di bin kontrolê de hatine hiştin û wiha dewam kir,

“Ev kampên ku tê de bi hezaran mirov dijîn, îro dibe zemîn ku DAIŞ ji nû ve xwe komî ser hev bike. Lê tevî vê yekê jî li dijî girtiyên DAIŞ`î, li qada navneteweyî gavên pêwîst nayên avêtin. Ev rewş dibe sedem ku herêm û hemû mirovahî ji nû ve bikeve bin xetereyên mezin.”

Fermandariya Giştî ya QSD’ê destnîşan kir, DAIŞ ji bo ku xwe komî ser hev bike alîkariya mezin ji dewleta Tirk digre û got,

“DAIŞ hewl dide xwe bi rêxistin bike û êrişên xwe xurttir bike. DAIŞ alîkariya mezin ji bo kombûna xwe ji dewleta Tirk digire. Bi sedan çete di operasyonên hêzên me de hatin girtin. Hejmarek ji van çeteyan bi rengekî eşkere li xwe mikur hatine û vê rastiyê vegotine.”

QSD’ê diyar kir divê gelên cîhanê hemû û hêzên navneteweyî li hemberî hevkariya eşkere ya di navbera dewleta Tirk û DAIŞ`ê de bibin xwedî helwest.

QSD’ê bal kişande li ser rewşa kampên ku DAIŞ’î û malbatên wan lê girtî ne û diyar kir xebatên hevpar ên heya niha hatine kirin, ji bo pêkanîna aramiya pêwîst têrê nake.

QSD’ê bang li hemû hêzan kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

QSD’ê di dawiyê de bi boneya serketina sala 2019’an a li dijî DAIŞ’ê şehîd bibîranîn û da zanîn QSD temînata Sûrîyeke azad e.

Back to top button