Li çiyayê Zapê gerîlayan Newroz pîroz kirin

Gerîlayên HPG û YJA Starê Cejna Newrozê li Herêma Zapê bi agir û govendê pîrozkirin.

Bi dehan gerîla li herêma Zapê li hev kom bûn û Newroz pîrozkirin.

Pîrozbahiyê bi merasîma leşkerî dest pê kir.

Fermandarê Herêma Zapê Alan Malazgîrt Newroza Rêber Apo û ya gelê Kurd pîroz kir û diyar kir ku di sala nû de armanca wan azadkirina Rêber Abdullah Ocalan û bilindkirina têkoşînê ye.

Malazgîrt got,

“Ji bo sala 2021’ê têkoşînê bilind bikin, weke hêzên HPG’ê ji bo bersivê bidin êrişên dijmin ên li ser gelê me, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo emê hîn bêhtir têbikoşin.”

 

Back to top button