Li rojavayê Helebê, di topbarana Hêzên hikumeta Şamê de li Nexweşxaneyekê 6 kes hatin kuştin, Li çolistana Sûrî jî du endamên alîgirên Îranê hatin kuştin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku Hêzên hikumetê yên li Foca 46’an bi moşekan Nexweşxneya El-Etarib a rojavayê Helebê topbaran kir.
Di encamê de, di nav de zarokek 6 kes hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.
Her weha hêzên hikumetê herêmên Filêfil, Kensefra, derdora El-Bare, Sifohin û Bênên ên li başûrê Idlibê hedef girtin.
Li gorî Çavdêriyê, duh balafirên şer ên Rûsyayê gundê Benên ê li çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê bombebaran kir.
Di êrîşa DAIŞ’ê de du endamên alîgerên Îranê hatin kuştin, 7 birîndar bûn
Li çolistana Meyadîn a rojhilatê Dêra Zorê, vê sibehê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî nuqteyên komên alîgirên Îranê kir.
Li gorî Çavdêriyê, di encamê de du endamên komên alîgirên Îranê hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.