TJA: Em dev ji peymanê bernadin

Gelek komel, baro, rêxistinên jinan bertek nîşanî xwevekişandina Tirkiyê ji peymana Stenbolê dan û ji bo biryara dethilata AKP-MHP’ê gotin, em dev jê bernadin, tu hukmekê biryara we tuneye.

Peymana ku di encama têkoşîna mezin a jinan û rêxistinên jinan de 11’ê gulana 2011’an hate îmzekirin, şeva 20’ê adara 2021’ê bi biryara bi hejmara 3718’an bi îmzeya Erdogan hat betalkirin.

Piştî rakirina Peyman Stenbolê sazî û rêxistinên jinan daxuyani dan û di serî de li Stenbol, Enqere û Izmîrê jin derketin kolana.

Tevgera Jinên Azad bi daxuyaniyekê vekişandin şermezarkir got;

“Tu devjê berdî jî em dev jê bernadin; Peymana Stenbolê dide jiyankirin.

Tevî ku peymana di 1’ê Tebaxa 2014’an de ket meriyetê, lê tu caran ev peyman bi rêk û pêk nehat pêk anîn.

TJA’ê bang li hemû jinan kir ku li dijî biryara dijminê jinan derbikevin qadan.

Baroya Amedê: Tenê bi biryara TBMM dikare dev ji peymanê were berdan

Baroya Amedê ya Navenda Mafên Jinan bi daxuyaniyekê bertek nîşanî biryara Serokkomar a di derbarê Peymana Stenbolê de da.

Baroyê da zanîn ku Peymana Stenbolê ne bi biryara Serokkomar, tenê bi biryara TBMM’ê dikare dev jê were berdan.

“Peymana Stenbolê ji bo mafê jinan ê jiyanê û rêgezên hiqûqê yên gerdûnê, ewlekariya hiqûqê, mafên mirovan û demokrasiyê dev jê nayê berdan.”

ÎHD: Li pişt peymanê têkoşîna jinê heye

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî bi daxuyaniyek nivîskî bertek nîşanî vêkêşana Tirkiyê ya ji peymanê dan.

ÎHD’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku peyman bi gelek berdêlan hatiye îmzekirin û li pişta Peymana Stenbolê têkoşînek mezin a rizgarkirinê ya jinê heye û got;

“Em ê xwedî li peymanê derbikevin û hemû mafên xwe yên hiqûqî bikar bînin. Ji ber ku em dizanin, şîdeta li ser jinê polîtîk e.”

SKB: Bi milyonan jin wê li pêşberî vê biryarê bêdeng nemînin

Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) bi daxuyaniyekê anî ziman ku bi milyonan jin wê li pêşberî vê biryarê bêden nemîne û wiha domand;

Me careke din şahidî ji kiryarên dijminatiya li jinan ên bloka faşîst a AKP-MHP’ê re kir.

Lê belê divê neyê jibîrkirin ku Peyman Stenbolê ne peymaneke welê ye ku îmzeyek tenê têra têkbirina wê bike.

Em bang tevahî jinan dikin ku dakevin qadan nîşan bidin ku jin vê biryarê nasnakin.

Back to top button