Yek ji Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef diyar kir ku êrîşên li ser Eyn Îsa zêde bûne lê şervanên azadiyê gel û xaka xwe diparêzin.
Yek jî fermandarên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundê Seyda û Mielek axivî.
Xelef destnîşan kir ku hêzên wan li her du gundan di çarçoveya parastina rewa de gelek çeteyên dagirkeriya Tirk kuştin û gelek erebeyên leşkerî yên dewleta Tirk teqandin.
Xelef diyar kir ku çeteyên Tirkiyê ev 2 roje hewildidin gundê Seyda dagir bikin, lê rastî berxwedana şervanên QSD’ê hatin.
Riyad Xelef got:
“Heta niha di nexşeya dagirkirinê de tu guhartin tune ne û hêzên me ji bo parastina axa xwe û gelê xwe li dijî dagirkeriya Tirk, li eniyên şer, destanên lehengiyê dinivîsin.”