ÎRANÊ ÇAVÊ XWE BERDAYE BENDERGEHA LAZIQIYÊ

Îran ketiye nava aloziya Sûrî û vê carê ji bo xurtkirina serdestiya xwe çavê xwe berdaye bendergeha Laziqiyê..
Rojnameya ‘Times’ a Brîtanî derbarê mijarê de raporek belav kir.

Planên Îranê yên berfrehkirina serdestiya xwe li Rojhilata Navîn û taybet Sûriyê eşkere dibin.

Piştî destwerdana Emerîkayê ya nava Iraqê û guhertinên li herêmê rûdan e, Îran li pey xewnên hegemoniya klasîk ketiye.

Hîlala Şîî.. Projeya Îranê ya ji Tehranê dest pê dike û hata Iraq, Sûriye, Lubnan û peravên Deryaya Spî diçe..

Bi ketina Îranê ya nava aloziya Sûriyê de, metirsiyên belavbûna vê projeyê zêdetir bûn.

Îran bi awayekî îdeolojîk ketiye nava saziyên dewleta Sûrî û bi dehan baregehên xwe li Sûriyê hene.

Li gorî çavdêran niha Îranê çavê xwe berdaye beravên Sûrî û bi taybet bendergeha Laziqiyê ya stratejîk..

Têkildarî mijarê Rojnameya “Times” a Brîtanî bi serenavê “Îran bendergeha Laziqiyê weke deriyê Derya Spî dibîne” raporek belav kir.

Di raporên de tê diyarkirin ku heya cotmeha bê bi ihtîmaleke mezin Îran bendergehê weke cihê veguhestina tiştan bi kar bîne.

Ev jî tê wateya ku Îran wê bikaribe bigihêje bendergeha ku têde 23 depo hene û bibe deriyê birin û anîna çekan.

Li gorî rapora rojnameyê, wê ev bendergeh bibe navgîna rêya “Hîlal Şîî” ya Îranê ku di Iraq û Sûriyê re derbas dibe.

Di raporê de wiha tê gotin:

Îran hewil dide li ser asta herêmî herdu aloziyên Sûrî û Iraqê weke “Kaxizeke serdestiyê ji bo xurtkirina cihê xwe ya bazirganiyê” bi kar bîne.

 

Di heman çarçoveyê de Fermandarê leşkerî ya Îranê Mihemed Baqirî serdana Şamê dike.

Serdan ji bo amadebûna civîneke leşkerî ya sê-alî navbera Sûriyê, Îran û Iraqê de ye.

Mihemed Baqirî ji rojnamevanan re axivî û wiha got:

Her dewletek bixwaze hêzên xwe yên leşkerî li Sûriyê bi cih bike divê vê yekê bi hikumeta Sûrî re koordîne bike.

Leave a Reply

Back to top button