Artêşa Tirk 3 gundên navçeya Şera topbaran kirin

Bênavber, topên dagirker xaka herêmê dikin armanc û vê dawiyê Artêşa Tirk û çeteyên xwe, 3 gundên navçeya Şera ya Efrînê, topbaran kirin.

Şeva borê, artêşa Tirk a dagirker gundên Meranaz, Elqemiye û Şewraxa yên girêdayî navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî, armanc kirin.

Duh sibeha Newrozê jî, Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe rêya M4 û derdorê navenda Eyn Îsayê dabûn ber topan.

Back to top button