SOHR: Dibe Tirkiye qefleke din a çeteyan bişîne Lîbyayê

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan eşkere kir, ku dewleta Tirk derdora 120 çeteyên xwe ji Lîbyayê veguhestine Sûriyê û qefelek jî ji Sûriyê fê biçe Tirkiyê.
Derbarê dosyaya çeteyên Sûrî li Lîbyayê û peymanên Tirkiye bi hikumeta Wîfaqê re jî, MÎT’a Tirk civînek bi hikumeta Dibîba re pêk anî.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan eşkere kir, ku serçeteyê Tirkiyê yê koma bi navê “Sultan Suleyman Şah” yê bi navê “Ebû Emşa” nifşekî çeteyan amade dike da wan bişîne Tirkiyê û guman hene ku ev çete piştre bo Lîbyayê werin şandin.

Heta niha jî li gorî bîlançoyên heman çavkaniyê, nêzî 6750 çeteyên Sûrî li Tirkiyê ne.

Çavdêriyê her wiha ragihand, ku nifşek ji çeteyên Tirkiyê yên “Sultan Murad” û hinên din di çend saetên borî de ji Lîbyayê vegeriyan Sûriyê û jimara wan heta niha derdora 120’an e.

MÎT’a Tirk bi hikumeta Dibîba re civiya

Li gel van nûçeyan, dewleta Tirk hîmê xwe di hikumeta Lîbyayê ya nû de bi cih dike.

Kenala “Lîbya 218” eşkere kir ku civînek navbera MÎT’a Tirk û hikumeta Lîbî ya nû, derbarê çarenûsa çeteyan û peymanên Tirkiye bi hikumeta Wîfaqê re, pêk hat.

Li gorî kenalê, hikumeta Lîbî di vê civînê de teqez kiriye, ew ê çeteyên Sûrî ji Lîbyayê derxînin, ji ber ew bi encama peymanekê bi hikumeta Wîfaqê re hatibûn welêt.

Şemiya borî Erdogan, serokê hikumeta Lîbî Ebdil Hemîd El-Dibîba û serokê Meclisa Serokatiyê Mihemed El-Menfî vexwend Tirkiyê û tê payîn ev serdan di çend rojên bê de pêk bê.

Di vê serdanê de, wê dosyaya çeteyên Sûrî li Lîbyayê, her wiha peymanên dewleta Tirk bi hikumeta Serac re, mijarên sereke bin.

El-Dibîba beriya niha ragihandibû, ew ê peymanên bi dewleta Tirk re, bi mekanîzmeyeke nû û li gorî berjewendiyên her du welatan berdewam bikin.

Salih li ser serê şandeyekê gihîşt Qahîrayê

Li aliyekî din û bi armanca destekdayîna têkiliyan di navbera Misir û Lîbyayê de, serokê Parlamena Lîbî Uqeyle Salih, li ser serê şandeyekê gihîşt Qahîrayê.

Back to top button