Li başûr-rojavayê Nîjerê di encama êrîşa çekdarin nenas de, 22 sivîl hatin kuştin.
Çavkaniyeke ewlekarî diyar kir ku êrîş li ser 3 gundên devera Tîlabrî ya li ser sînorê Malî û Borkîna Faso rû da.
Li gorî heman çavkaniyê, erîşkar, girêdayî DAIŞ’ê ne.
Li vê deverê car caran sivîl dibin qurbanên êrîşên terorîst û herî dawî hefteya borî, 58 gundî di êrîşekê de hatibûn kuştin.