“Hikûmeta Başûrê Kurdistanê nahêle em serdana girtiyên behdînanê bikin”

Rêvebera Komîteya Mafên Mirovan a Parlemena Başûrê Kurdistanê Bedriya Ismaîl da xuyakirin ku hikûmeta herêmê heya niha bersiva daxwaznameya wan a der barê girtiyên Behdînanê de, nedaye.

Bedriya Ismaîl diyar kiR, wan bi çend daxwaznameyan bang li hikûmet û aliyên peywendîdar kiriye ku rê ji bo serdana girtiyan vekin, lê parlemen û desthilata herêmê heya vê gavê ti bersiv nedaye.

Bedriya Ismaîl destnîşan kir, heya vê rojê, rewşa tenduristiya rojnamegerên Behdînanê nayê zanîn.

Dadgeha Hewlêrê 16 Sibatê bi tawana “sîxurî û têkbirina aramiya herêmê”, sizaya girtîgehê li 3 çalakvan û 2 rojnamevanên herêma Behdînanê birîbû.

Tevî bangên hundir û derve, hikûmeta Başûrê Kurdistanê rijd e ku wan bernede.

Back to top button