Hikûmeta Awustralyayê digel barîna baranê, 18 hezar welatî ji wîlayeta New South Wales ji ber lehiyê derbider kirin.
Hikûmetê ragihand, ew ê ji bo derbiderên ziyanbîn, alîkariyên darayî pêşkêş bike.
Barîna baranê ya zêde, çem û bendavên derdora paytexta New South Wales, Sîdnî û başûr-rojhilatê Queenslandê li ber lehiyê birin û ziyaneke mezin gihîşte hin bajarên wekî Port Macquarie.
Li gorî rayedaran, mîna vê lehiyê her 50 salî dubare dibe û bi rojan dimîne.