BIRYARÊN EM TÊDE AMADE NEBIN, EM NE MECBÛRIN PÊK BÎNIN

Bi nêzîkbûna têkçûna çeteyên DAIŞ’ê re careke din, mijara danustandinan û li darxistina cîvînan ketine rojevê.
Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku çi biryar der barê Sûriyê de werin dayîn ku Rêveberiya Xweser tê de beşdar nebe, ne mecbûr in pêk bînin.

Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî danustandinên ji bo çareseriya aloziya li Sûrî daxuyaniyek çapemeniyê da.

Daxuyanî ji aliyê berdevkê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kemal Akif ve hate xwendin.

Kemal Akîf qala nûnerê navneteweyî yê Sûriyê Geir Pedersen kirin û girîngiya beşdarbûna Rêveberiya Xweser di civînên navdewletî de anî ziman.

Rêveberiyê di daxuyaniyê de wiha got:

Em nêrîna Pedersen a der barê Rêveberiyê û QSD`ê de baş dinirxînin û dibînin ku ew nûnertiya rastiya heyî dike.

Em hêvî dikin ku pêşketina vê nêrînê di aliyê pêkanînê de û dîtina îradeya siyasî ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de parçeyekî girîng ji bo çareserî û îstiqrara li Sûriyê ye.

Lê di aliyê tevgera navneteweyî de xuya ye ku hin tişt cihê pirskirinê ne.

Bi taybet ên girêdayî Rêveberiya Xweser û cihê wê di vê çarçoveyê de.

Rêveberiyê teqez kir ku çi çalakiyên dûrxistina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê ne di xizmeta çareseriya Sûriyê de be û dê tu çareserî tune be.

Her wiha encamên ji wan civînan bêyî beşdarbûna Rêveberiya Xweser bên liderxistin, ew ne mecbûr in pêk bînin.

Rêveberiyê bi parastina û mîsogerkirina bakur û rojhilatê Sûrî ku ji sedî 30’ê xaka Sûriyê ye wê ewlehiya Sûrî giştî bi parêze.

Leave a Reply

Back to top button