Tirkiye ji Rûsyayê xwest ku êrîşên hikumeta Şamê rawestîne

Dewleta Tirk a dagirker ku rojane êrîşên dagirkeriyê dibe ser xaka Sûriyê, ji Rûsiyayê dixwaze ku êrîşên hêzên hikumeta Şamê yên li ser Idlibê rawestîne.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ji Rûsyayê xwest ku rê li ber êrîşên hêzên hikumeta Şamê yên li ser parêzgeha Idlibê bigire.

Ev yek, piştî hikumetê nexweşxaneya herêma Etarib armanc kiribû û li rewestgeha şahîneyan a nêzî Sermeda 7 kes birîndar bûbûn, hat.

7 DAIŞ’î bi 55 mûşekên Rûsyayê hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan jî ragihand ku balafirên leşkerî yên Rûsyayê zêdeyî 55 mûşekî di nava 24 seatên dawî de, bi ser gundewarê Hema, Çolistana Reqa, Dêra Zor û Meyadînê de berdan.

Li gorî çavdêriyê, 7çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, lê dibe ku jimar bêhtir be, ji ber ev êrîş rasterast li şikeftên ku çeteyan xwe tê de veşartibû pêk hat.

Di teqîna Serêkaniyê de 4 zarok û 3 çeteyan hatin kuştin

Li bajarê SerêKaniyê ya dagirkirî, duh nîvê şevê, di maleke nêzî navedeke çeteyan de teqînek rû da.

Li gorî çavdêriyê, dema 3 çeteyan çek û cebilxane ezmûn dikirin, bombeyek di destê wan teqiya û bû sedema teqîna cebilxane.

Di encamê de 4 zarok û 3 çeteyan hatin kuştin.

Back to top button