Milîtan Çiya: Dewleta Tirk li Eyn Îsayê bi bin ketiye

Ji fermandarên YPJê Milîtan Çiya da zanîn, hêzên wan êrîşên artêşa Tirk a dagirker li derdora Eyn Îsayê têk birin û destanên dîrokî li Eyn Îsayê dinivîsin. Milîtan anî ziman ku, divê dewleta Tirk li xwe mikur bê ku bi bin ketiye û rastiya vîna QSD û gelên azadîxwaz nas bike. 

Ji fermandarên YPJ’ê Milîtan Çiya destnîşan kir ku hêzên wan di roja Newrozê de destanên dîrokî nîşan da û êrîşên dagirkeran li derdora Eyn Îsayê têk birin.

Dagirkeriya Tirk û çetayên xwe ev du roj li pey hev, bi dijwarî gundên Seyda û Meilek معلكên li eniyên bakur û rojavayê Eyn Îsayê û rêya M4 topbatran dikin.

Dewleta Tirk a dagirker însiyatîfa QSD’ê ya bi Rûsyayê re ji bo vegerandina sivîlan ji gundê Seydayê re bi kar anî.

Milîtan Çiya da zanîn ku di encama vegera şêniyan de, dagirkeriya Tirk bi dehan çete derbasî gund kirin û bi vê yekê xwestin Seyda dagir bikin, lê QSD’ê bersiv da.

Milîtan da zanîn ku di encamê de gelek windahiyên çeteyan cêbûn, ber bi baregehên dewleta Tirk ve reviyan û cenazeyên xwe li paş xwe hiştin.

Hêzên artêşa Tirk a dagirker piştî têkçûna çeteyan û windahiyên wan ên zêde di rojekê de, balafirên şer di topbarana xwe ya li ser Seyda û Meilek de bi kar anîn.

QSDê bi daxuyaniyekê 20ê Adarê ragihandibû ku 18 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

Ji fermandarên YPJ’ê Milîtan Çiya diyar kir ku hêzên wan bi destanî li ber xwe da û asta amadebûnê û bersivdanê li hemberî her aliyekê ku dixwaze axa Sûriyê dagir bike, nîşan dan.

Lewra Milîtan ev yek ji dagirkeran xwest, ku divê dewleta Tirk li xwe mikur bê ku bi bin ketiye û rastiya vîna QSD û gelên azadîxwaz nas bike.

Back to top button