Koordînasyona Ragihandina Azad a Jinê RAJIN bi daxuyaniyekr nivîskî rojnamevan Nujiyan Erhan (Tuba Akyilmaz) di 4. salvegera şehadeta wê de bi bîr anî.
RAJIN’ê di daxuyaniya xwe de got:
“Hevrê Nûjiyan, di tekoşîna gera li heqîqetê de, bû xwedî kedekî mezin.
Di şert û mercên herî zor yê tekoşînê de cihê xwe girt.
Hem xeta şoreşgeriya li Kurdistanê pejirand û hem jî bû rojnamevana demên herî zor û ya kêliyên herî dijwar yê şer.”
Koordînasyona RAJIN diyar kir Nûjiyan, ji bo bibe dengê berxwedanê û îxaneta PDK’ê ji gelê Kurd re ragihîne, hêzên PDK’ê ew bi zanebûn kirin armanca êrîşan û wiha domand:
Heval Nûjiyan, hem weke nûçegîhana şer û hem weke jineke berxwedêr xwe ji bo jin û civaka Êzîdî kir mertala parastinê.
Em jî weke hevrê û şopdarên xeta Nûjiyan û Gurbetan, careke din soza xwe nû dikin em ê xeta çapemeniya azad a jin biparêzin