Çalakiyên greva birçîbûnê bi biryardarî dewam dike

Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo azadiya rêber APO li zîndanên dewleta Tirk û li derve bi biryardariyek xurt dewam dike. Malbatên girtiyan jî banga piştgiriya berxwedanê kirin. Kevana Zêrîn ,Jinên Til Hemîs û Amûdê jî banga Azadya rêber Apo kirin.

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca azadiya Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Çalakî bi koma 24’emîn, di roja 116’emîn de dewam dike.

Çalakiya Mexmûrê jî ku bi pêşengtiya jinan hat destpêkirirn di roja 95’an de ye.

Çalakiya li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî di roja 78’an de ye.

Xizmên girtiyan banga piştgirya çalakiya grevê kirin

Malbatên girtiyan banga piştgirya çalakiya girevê dikin.

Xwişka girtiyê siyasî Kendal Xelîfe, Cewahêr Xelîfe berxwedana birayê xwe silav kir û bang li gelê Kurdistanê kir ku piştgiriya grevên birçîbûnê yên girtiyan bikin.

Cewahêr Xelîfe got:

Piştî 15 salan, bi rêya hinek hevalên wî me zanî ku di girtîgeha Entabê de ye. ,

Cara yekemîn sala 2009`an me hev du dît. Dema hevdîtinê saetek bû.

Di topbarana dewleta Tirk dîl tê girtin, piştre tê dermankirin. Lê dîsa jî heta salekê dewleta Tirk îşkence lê dike.”

Kevana Zêrîn: Xwedîderketina li Rêber Ocalan erka hemû azadîxwazan e

Tevgera Hîlala Zêrîn ya Çand û Hunera Jinan diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan nûnertiya xeta demokrasî û wekheviyê dike, lewra xwedîderketina li rêber Ocalan erka hemû azadîxwazan e.

Tevgerê bi daxuyaniyekê bang li rêxistinên mafên mirovan, saziyên mirovî, mafnas kir ku erkên xwe yên mirovî pêk bînin.

Jinên Til Hemîsê: Azadiya jinên Ereb di fikrê Rêber Apo de ye

Agahî û nûçeyên der barê rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan de hêrseke mezin di nava gel de da avakirin û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derveyî wê bangên eşkerekirina rewşa wî didomin.

Jinên navçeya Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişlo komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û dewamkirina tecrîda li dijî rêbertî ya di girtîgeha Îmraliyê de, şermezar kirin û dan zanîn fikrê rêber Abdullah Ocalan kêrî gel hat û kete xizmeta wan de

Jinên navçeya Amûdê: Rêber Apo ji bo gel têdikoşe

Jinên navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê jî, nerazîbûn nîşanî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rêber Abdullah Ocalan dan.

Back to top button