Li rojavayê Nîjerê êrîş hatin kirin, herî kêm 60 kes mirin

Li rojavayê Nîjerê li gundên nêzî sînorê Maliyê êrîş hatin kirin. Di encamê de herî kêm 60 kes mirin.

Li gorî agahiyên ku rayedarên herêmî dane, çekdarên bi motorbisikletê hatine, gule li derdorê reşandine.

Di êrîşê de gundên Intazayene, Bakoarate û Wîstane yên li herêma Tîllaberî û kampên li derdora wê bûn hedef.

Hate diyarkirin herî kêm 60 kes mirin.

Li heman herêmê hefteya borî herî kêm 66 kes jî hatibûn kuştin.

2’ê Çileyê li herêma Tîllaberî êrîşî du gundan hatibû kirin û di êrîşê de herî kêm 100 kesên sivîl miribûn.

Li ser vê herêma Nîjerê û li welatên cîran Malî, Bûrkîna Fasoyê êrîşên komên Îslamîst didome.

Ev welat tevî Morîtanya û Çadê bi alîkariya Fransayê di bin banê G5 Sahelê de li dijî van koman şer dikin.

Back to top button