Hevserokên HDP’ê spasiya kesên ku beşdarî Newrozê bûne, kirin

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar spasiya herkesên ku tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûne kirin û diyar kirin bi Newroza îsal re wê zivistana sar bibe bihar.

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi daxuyaniyeke nivîskî spasiya her kesên tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûne û xebatkarên partiyê kir.

Daxuyanî bi sernavê “Em spasiya bi milyonan kesî dikin ên qada Newrozê dagirtine” hate weşandin.

Di peyamê de hate gotin,

“Me Newroza 2021’ê bi coş û biryardariyeke mezin li pey xwe hişt. Li govenda Newrozê ku bi milyonan kesî gerand, hûn bûn hêviya her kesên daxwaza guhertin û azadiyê dikin. Ji bo zaliman jî we gotin, ‘Bi milyonan kesî em li vir in’ û daxwaza azadî, aştî û demokraisyê bi rengê herî xurt anîn ziman.

Em careke din kêfxweş bûn ku ewladên gelekî bi vî rengî bi biryar e. We wêrekiya xwe li çar aliyên welêt belav kirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Mîna hêza rojê ya ronîkirina tarîtiyê, bi agirê Newrozê we nîşanî her kesî dan ku zivistana sar û tarî wê veguhere biharê.”

Back to top button