Dagirkeran bi tawana pîrozkirina Newrozê li navçeya Şiyê 9 sivîl revandin

Li Efrîna dagirkirî, Hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan her diçe zêd dibin.
Dagirkeran bi tewana ” pîrozkirina cejna Newrozê” li navçeya Şiyê 9, ji navçeya Şêrewa û Mabata jî di nav de jinek, 6 sivîl revandin.
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bikaranîna pereyên Sûriyê jî qedexe kir.

Bi ketina sala 4. a dagirkirina Efrînê, dewleta Tirk û çeteyên wê sûcên hov li dijî Efrîniyan didomînin.

Navenda belgekirina binpêkirinan li bakurê Sûrî ragihand ku çeteyan ciwanekî ji gundê Anqlê yê Şiyê bi tewana ” Pîrozkirina cejna Newrozê ” revand.

Çeteyan ji bo berdan wî, hezar dolar ji malbatê xwestin.

Her weha navendê diyar kir ku bi heman tawanê, çeteyên dewleta Tirk ji navenda navçeya Şiyê û gundê Keferdelê 8 sivîl revandin.

Dagirkeran ji navçeya Şêrewa û Mabata 6 sivîl revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Sûrî jî ragihand ku 16’ê Adarê çeteyan di navbera rêya Cindêrisê û Xezewiyê jina bi navê Kîbar Mihemed Hesen yê ji gundê Şîtka ya Mabata Revand.

Hemanê rojê, çeteyan şêniyên bi navê Ehmed Cemal Berkat û Basil Bekir Xilo yên ji gundê Celemê yê Şêrewa revandin.

ji gundê Xezewiyê yê Şêrewa jî, çeteyan şêniyê bi navê Firas Mihemed revand.

Li gorî rêxistinê, çeteyan Firas bi giranî li pêşiya şêniyên gund êşkence jî kir.

Beriya deh rojan jî, ji bo standina pereyan çeteyan ji gundê Eyn Hecer yê Mabata du sivîl bi navê Munzêr Hecî û Fewzî Îbiş revandin.

Dagirkeran bikaranîna pereyên Sûrî li Efrînê qedexe kir

Li aliyekî din, dewleta Tirk pereyên xwe bi awayekî fermî xist nav şêniyên Efrînê.

Li gorî nûçeya ANF’ê, çeteyên dagirkeriya Tirk yên bi navê ‘Meclîsa Xwecihî ya Efrîn’ ragihand ku li Efrînê bikaranîna pereyê Sûrî qedexe ye.

Hat diyarkirin ku ev pêkanîn ji 19’ê Adarê ket meryetê û kesên ku pereyê Sûrî bikar bîne, dê hezar Lîreyê Tirk ceza lê were birîn.

Back to top button