QSD: li Eyn Îsa 37 çete hatin kuştin 18 jî birîndar bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniya-QSD’ê ragihand ku di encama berxwedana 3 rojan de li Eyn Îsa 37 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û 18 çete jî birîndar bûn. QSD’ê diyar kir gelek çek û cebilxane jî hatin desteser kirin. QSD’ê ragihan ku di şerê sê rojan de 4 şervanên wan jî şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya-QSD’ê li ser encamên şerê 19-21’ê Adarê ya li Eyn Îsa û gundewarên wê û dîsa daxuyaniyên ji aliyê Tirkiye ve tên kirin, daxuyaniyek da.

QSD’ê diyarkir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji bo êrîşên xwe yên li ser Eyn Îsa rewa bidin nîşandan daxuyaniyên wekî ku yekineyên me li hember wan çalakiyan dikin û windahiyên giran didin, diweşînin.

QSD’ê destnîşan kir ku divê ji daxuyanî û agahiyên çapemeniya Tirk parve dikin neyê bawerkirin û dûr in ji rastiyan.

QSD’ê derbarê encamê şerê 3 rojan de ev agahî da:

19’ê Adarê êrîşên ku li hember gundên Seida û Mealîk hatin kirin, di encama bersivdayina hêzên me de bê encam man.

Di encama şer de 16 çete hatin kuştin, 7 çete jî brîndar bûn.

Panzerek hat teqandin. Dewleta Tirk bi çekên giran gelek cihên sîvilan kirin hedef. Di encama topbaranan de zorokek jiyana xwe ji dest da, 5 welatî jî brîndar bûn.

20’ê Adarê artêşa dagirker û çeteyên wê ku di şer de windahiyên giran dabûn, herêmê bi tank, obus û hawanan topbaran kirin û cardin êrîşên bejahî lidar xistin.

Di encama bersivdayina hêzên me de li gundê Seida 10 çete hatin kuştin, 4 çete brîndar bûn, li gundê Mealîk jî 8 çete hatin kuştin, 5 çete jî brîndar bûn.

Herwiha 2 doçka û 2 panzer hatin ruxandin û 2 panzer jî hatin derbkirin.

Heman rojê hêzên me li hember dagirkeran çalakiyek sabotajê lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî brîndar bûn.

21’ê Adarê artêşa dagirker gundên Mişêrfa, Seida, Mealîk, rêya M4 û derdora Eyn Îsa bi çekên giran topbaran kirin. Heta saetên nîvro cih bi cih şer berdewam kirin.

Di encama berxwedana 3 rojan de bi giştî 37 çete hatin kuştin û 18 çete jî brîndar bûn. 3 panzer û 2 doçka hatin ruxandin, 2 panzer jî hatin derbkirin. 1 çeka BKC û miqdarek amûrên leşkerî hatin desteserkirin.

Di êrîş û topbaranan de zarokekî jiyana xwe ji dest da û 5 welatî jî brîndar bûn.

Di wan şerê 3 rojan de 4 rêhevalên me şehîd ketin, 4 rêhevalên me jî brîndar bûn.”

Back to top button