Fermandarekî hikumeta Şamê li Idlibê hat kuştin

Li Idilbê di encama şerê rojane yê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê de, fermandarekî hikumetê hat kuştin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyên dewleta Tirk bi giranî êrîşî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li eniyên gundewarên Idlibê kir û di encamê de, fermandarekî hikumetê hat kuştin.

Navenda Çavdêriyê her wiha diyar kir ku her du aliyê şer nuqteyên hev bi çekên giran û eniyên li gundên El- Riweyha û Benîn kirin armanc.

Back to top button