Berî 2 salan DAIŞ bin ket…

Berî niha bi 2 salan Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî li Baxozê dawî li hebûna çekdarî ya DAIŞ’ê anî.
Bi vê re, QSD’ê 52 hezar KM2 ji aza Sûriyê rizgar kirin û 5 milyon mirov ji hişmendiya radîkal a DAIŞ’ê parast.
Bi êrîşên dewleta Tirk û tevgera şaneyên veşartî û mabûna malbatên DAIŞ’ê û çeteyan li Bakur û Rojhilatê Sûrî careke din dibe gefek li ser Cîhanê.

Baxoz..devera dawî ya lingê DAIŞ’ê ew gemar kiriye..

Qincika ku QSD’ê DAIŞ’ê lê asê kiribû û hişt ku serê xwe bitewînin û xwe radest bikin..

Piştî wê êdî paqijkirina 52 hezar Km2 ji axa Sûriyê û xelaskirina 5 Milyon mirov hat encamdan..

Hêzên Sûriya Demokratîk tevî YPG û YPJ’ê 6 salan şerê DAIŞ’ê kirin û 8 bajar û bi dehan navçe, bajarok û gund ên Sûrî rizgar kirin.

Di heman demê de, Bendava Firat, Kargeha Konîko ya Gazê û Çavkaniyên Petrolê yên li Umer di nav de QSD’ê 80% ji dahatuyên Sûriyê ji DAIŞ’ê bi dest xistin.

Lê belê 19225 malbat di kampan de û bêhtirî 19 hezar çeteyên biyanî û herêmî li pey DAIŞ’ê man.

Li kêleka şaneyên veşartî, ew jî dibin metirsiyeke mezin û gefa wan roj li pey rojê li ser Cîhanê zêde dibe.

Piştî serketina QSD’ê li Baxozê bi nêzî 7 mehan, wê hevkariya kuştina Serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî li Idlibê bi Koalîsyona Navdewletî re kir.

Tirkiyê ya ku bi palpişta DAIŞ’ê tê nasîn, bi êrîşên xwe hewl dide DAIŞ’ê zindî bike û Serê Kanî û Girê Spî dagir kirin.

Niha jî tevgera DAIŞ’ê careke din bi rêya şaneyên veşartî piştî du salan li herêma Dêra Zorê bi taybet zêde dibe.

Hêzên Sûriya Demokratîk jî hişyariyê dide civaka navdewletî ku “eger dosya çeteyên girtî neyê çareserkirin û destê Dewleta Tirk ji pişta DAIŞ’ê neyê qutkirin, nêzîk ne dûr wê DAIŞ zindî bibe.

Back to top button