Blinken: Divê demil dest çete û hêzên biyanî jî Lîbya werin derxistin

Tevî avakirina hikumeta nû ya Lîbya, lê heta niha ji ber hebûna çeteyên biyanî li welat metirsî didome.
Wezîrê Karên Derve yê DYA Anthony Blinken ji serokwezîrê Lîbyayê Abdulhemîd El-Debîbe re got, pêwîste hêzên biyanî bi lez ji Lîbyayê derkevin.

Wezareta Karên Derve ya DYA ragihand ku Anthony Blinken û serokwezîrê Lîbyayê Abdulhemîd El-Debîbe bi rêya telefonê axivîn,

Di axaftina ku doh pêk hatî de wezaretê diyar kir ku divê hilbijartinên zelal pêk bên û tedbîrên ji bo bidawîkirina şerê li Lîbyayê bi rêya xebata siyasî ya gitşî bên girtin.

Wezaretê da zanîn ku pêdivî bi pêkanîna agirbesta giştî ya ku 23 Cotmeha 2020’an hatiye îmzekirin pêk bê û tevahî hêzên biyanî û çete bê derengî ji Lîbyayê derkevin.

Anthony Blinken avakirina hikumeta nû ya Lîbyayê pîroz kir.

Her wiha Berpirsê karên derve û ewlehiyê yê YE’ê Josep Borrell jî di îna borî de gotibû derketina çeteyan ji Lîbyayê parçeyek ji rêveçûna çareya siyasî ya mayînde ye û da zanîn ku ji bo çareseriya siyasî divê mijara qedexeya şandina çekan ji Lîbyayê re were pêk were.

Back to top button