
Lêkolînerê Misirî Mihemed Muxtar diyar kir, divê Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) zextê li hikumeta Tirk bike da ku tedbîrên pêwîst ji bo Rêber Abdulah Ocalan bigire.
Lêkolînerê Saziya Maat a Aştî, Geşedan û Mafên Mirovan a Misirî Mihemed Muxtar destnîşan kir ku li gorî madeyên Peymana Mafên Sivîl û Siyasî ya Navneteweyî, bêparhiştina Rêber Abdullah Ocalan ji darizandineke adil, binpêkirineke mafên mirovan e.
Di eynî çarçoveyê de, Bijîşkên ji Rojava jî dilgiraniya xwe der barê jiyana Rêber Apo de anî ziman û got:
Mercên li girtîgeha Îmraliyê ne baş in û ev yek bandoreke neyînî li tenduristiya rêbertî dike.
Lewma bijîşkan bang kir ku divê dewleta Tirk destûrê bide desteyên hiqûqî ku serdana Rêber Abdullah Ocalan bikin û ji nêz ve rewşa wî bişopînin.