Li Mûsilê 11 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Hêzên ewlehî yên Iraqê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonên cûda dane destpêkirin. Di opersyonan parêzgera Musilê de 11 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin. Di opersyona li dijî barehên çeteyan yên li çiyayê qereçox de jî 39 baregehên çeteyan hatin ruxandin.

Di van demên dawî de li Iraqê liv û tevgera DAIŞ’ê zêdetir bûye.

Li dijî çeteyên DAIŞ’ê Hêzên Iraqê Operasayonek dan destpêkirin.

Ajansa ewlehî ya netewî ya Iraqî derbarê mijarê de ragihand ku hêzên Istixbaratê piştî bidestxistina agahiyên li ser cihê çeteyên DAIŞ’ê, li dijî wan operasyon da destpêkirin.

Rêxistina Dijî Teror ya Iraqê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku hêzên wan di encama operasyonek serkeftî de, li Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê 8 çeteyên DAIŞ’ê binçavkirine.

Rêxistinê di dewama daxuyaniya xwe de diyarkir ku li Mexmûr û Şirgatê 2, li Uzêm yek jê serçete 2 çete, Helebce 2 û li Rojavayê Bexdayê jî çeteyek hatine binçavkirin.

Herwiha rêxistinê behsa binçavkirina çeteyek din jî kir, lê nehate gotin ew çete li ku hatiye binçavkirin.

Li çiyayê Qerçox a Mexmûrê 39 baregehên DAIŞ’ê hatin tinekirin

Şaneya Şer ya Iraqê jî bi daxuyaniyek ragihand ku bi hevkariya fermandariya operasyonên hevbeş, balafirên şer yên Hevpeymana Navnetewî 18 êriş li çiyayê Qereçox ya li Herêma Mexmûrê, dijî çeteyên DAIŞ’ê pêkanî ne.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama êrişa balafiran de, 39 startgehên çeteyên DAIŞ’ê hatine tinekirin.

Li gorî daxuyaniyek hêzên Heşdî Şeebî, hêzên Heşdî Şeebî û artêşa Iraqê, li Rojhilatê Enbar dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek leşkerî dane destpêkirin. Hate gotin ku operasyon dewam dike.

Back to top button