
Li bajarê Boulder ê wîlayeta Colorado ya Amerîkayê, duh saet 3 piştî nîvro, 10 kes, di êrîşeke çekdarî ya li ser firoşgehekê de hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya polîsan, êrîşker, birîndar hate girtin û der barê bûyerê de lêpirsînê dest pê kiriye.
Polîsan di daxuyaniyê de navê êrîşker û paşperdeya bûyerê hê bi par ve nekiriye.
Sêşema borî jî, li wîlayeta Georgiayê di nav de 6 jin, 8 kesan di encama êrîşeke çekdarî de, jiyana xwe ji dest dabû.