QSD: Serkeftina me li Baxozê jiyan ji nû ve vegerand

QSDê bi boneya salvegera 2. a têkbirina DAIŞ’ê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku serkeftina wan li Baxozê jiyan ji nû ve vegerand û da zanîn ku tevî vê jî hîna xeteriya DAIŞê bi destekdayîna Tirkiyê heye û zêdetir bûye.QSD’ê teqez kir, ew ê her dem li pey terorîstan bikevin û xaka Sûriyê ji dagirkeriyê rizgar bikin.

QSD’ê bi boneya salvegera 2. a Têkbirina DAIŞ’ê li baregeha dawîn a ku DAIŞ lê hat têkbirin daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de gelek fermandarên QSD’ê û her wiha yên Koalîsyona Navnetewî amade bûn.

QSD’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku serkeftina wan li Baxozê encama şerê 7 salan e û jiyan ji nû ve vegerand û got:

“Tevgera terorîstan bi dagirkirina herêma Serê Kanî û Girê Spî ji aliyê delweta Tirk a dagirker ve, zêde bû.

Ev yek têkiliya xurt di navbera dewleta Tirk û terorîstan de nîşan dide û DAIŞ hîna xeter e.

Ew herêmên bûne cihê xwedîkirina terorîstan û nuqteya derbasbûna wan ji bo Lîbya, Azerbeycan, Yemen û welatên din ên cîhanê.”

QSD: Ji ber hevkariya Tirkiyê DAIŞ hîna xeter e

QSD’ê diyar kir ku tevî têkbirina DAIŞ’ê di aliyê erdîngariyê de, lê hîna bi temamî bi dawî nebûne û hîna şaneyên wê ewlehiya herêmê dikin armanc.

Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo vê jî teqezî li ser domandina têkoşîna li dijî DAIŞê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî kir.

Hêzên Sûriya Demokratîk: Divê Civaka Navnetewî li hemberî DAIŞ’ê bi berpirsyariya xwe rabe

QSD’ê bal hat kişandin li ser hebûna bi hezaran girtiyên DAIŞ’î û malbatên wan ên li Kampa Holê û Roj ên xwedî hişmendiya radîkal û ev bang kir:

“Divê dewletên herêmî û navneteweyî berpirsiyariya çareserkirina dosyaya girtiyên DAIŞê û malbatên wan bigirin ser milê xwe û destekê bidin herêmê da ku fikirê DAIŞ’î yê tundrew tune bikin.”

Fermandarê Hêzên Taybet ê Koalîsyonê: Heta DAIŞ bi temamî bi dawî nekin em ranawestin

Fermandarê Hêzên Taybet ê Koalîsyona Naventeweyî li Dêrazorê Ehmed Nasir jî di merasîmê de axivî û got,

“Tişta ku hatiye bidestxistin bi saya hevgirtina Kurd, Ereb û pêkhateyên din ên herêmê bû.

Ev yek diyar dike ku dema xebat hevbeş be, wê tiştên ne ji rêzê bên bidestxistin.

Ehmed Nasir anî ziman ku heta DAIŞ’ê bi temamî bi dawî nekin ew xebatên xwe ranawestînin.

QSD’ê merasîmek li dar xist

Piştî axaftinan, Fermdandariya QSD’ê ya Herêma Rojhilat, nûnerên Koalîsyona Navneteweyî ya li Dêrazorê, saziyên leşkerî yên gundewarê rojhilat, bakur û rojavayê Dêrazorê û Meclisa Sivîl a Dêrazorê hatin xelatkirin.

Merasîm bi gerandina guvendê bi dawî bû.

Back to top button