Sancar: Doza girtina HDP’ê li qesra Erdogan hatiye amadekirin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthad Sancar diyar kir ku gel di newrozê de bersiva pêwîst da desthilata Erdogan û got: Gelê me got tevî hemû zext, êriş û gefan jî emê serê xwe netewînin, gotin em ê destûrê nedin hûn bi vîn û rûmeta me bileyizin.” Sancar da zanîn doza girtinê ya derbarê HPD’ê de li Qesra Erdogan hatiye amadekirin.
9 partiyên siyasî yên li Tirkiyê jî piştgirî dan HDP’ê û diyar kirin ku desthilat dixwaze di şexsê HDP’ê de muxalefetê bêbandor bike.

Desthilata AKP-MHP’ê bi binçavkirinan û gefa girtinê dixwaze Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê krîmînalîze bike û ji qasa siyasetê derxîne.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê Mîthat Sancar di komcivîna partiya xwe de mijarên di rojevê de nirxand.

Sancar balkişand li ser xwedîderketina newrozê û got:

“Newroz bi kelecanek mezin hat pîrozkirin. Bi milyonan kes herikîn meydanên Newrozê.

Peyama herî girîng a Newrozê biryardarî û wêrekiya gelê me bû.

Gelê me got tevî hemû zext, êriş û gefan jî em ê qet û qet serê xwe netewînin, gotin em ê destûrê nedin hûn bi vîn û rûmeta me bileyizin.”

Mîthad Sancar diyar kir ku divê desthilata Tirkiyê peyamên li qadên Newrozê hatin dayîn baş binirxîne.

Sancar têkilî doza girtina HDP’ê jî diyarkir ku ev plan parçeyek plana çokdanînê ye. Desthilata Erdogan dixwaze tola şarederiyên mezin ku bi destnexisin e ye.

Hevserokê HDP’ê got:

Doza girtinê li Qesra Erdogan hatiye amadekirin. Ti aliyekî hiqûqî yê vê dozê nîne. Aliyekî wê yê ku bi hiqûqê gotebêjiya wê were kirin nîne. Ji ber ku li vî welatî hiqûq nîne. Desthilat çi dike bila bike em ji têkoşîna xwe ya aşîtî û wekheviyê paş gav navêjin.

9 partiyên Siyasî: Di şexsê HDP’ê de dixwazin muxalefetê bêbandor bikin

Her wiha 9 partiyên siyasî yên li Tirkiyê li dijî doza girtina HDP’ê daxuyanî dan û gotin:

Sûcekî giran ê qanûnî tê kirin. Gelekî zelal e ku rejîma yekzilamî ya ku dewlet xistiye nav mirin, bêkarî û hejariyê, dixwaze hêviya guherandina desthilatdariyê ya bi rêya demokratîk ji holê rake.

Desthilat dixwaze bi rêka HDP’ê muxalefetê lewaz bike heta bêbandor bikin.

Partiyan diyar kirin em li dijî her cûre êrîşî li gel HDP’ê ne.

Back to top button