Wezîrê Karê Derve yê DYA Blinken: NATO di qonaxeke giring re derbas dibe

Civîna wezîrên Karê Derve ya NATO ku wê 2 rojan dewam bike despê kir. Wezîrê karên derve yê DYA`yê Anthony Blinken got, welatê wî dixwaze hevalbendiyên di NATO`yê de ji nû ve ava bike û diyar kir ku NATO di qonaxeke girîng de ye.

Beriya civîna Wezîrên Karê Derve yê welatên endamên NATO, Antony Blinken û Sekreterê Giştî yê NATO Jans Stoltenberg daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Blinken soza jinûve avakirin û aktîvkirina hevalbendiya leşkerî ya NATO`yê û beşdarkirina planên Amerîka yên derbarê vekişîna muhtemel ji Efganistanê, da.

Der barê serdana wî ya yekem ji bo navenda NATO`yê de, Blinken diyar kur ku NATO di qonaxeke girîng re derbas dibe.

Civîna wezîrên Karê Derve ya NATO ku wê 2 rojan dewam bike despê kir.

Piştî belvabûna vîrûsa Corona cara yekê ye wezîr bi awayekî raste rast li hev dicivin.

Civîn li navenda NATO ya Brukselê pêk hat.

Her wiha ev cara yekê ye Anthony Blinken, bi hempîşeyên xwe yên NATO re dicive.

Di roja yekem a civînê de wê Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg pêşdîtinên xwe yên derbarê paşerojê de parve bike.

Back to top button